Makîneya şîfreyan a Hîtler bi 10 sterlînan hat firotin
Dildarên Muzeya Bletchley Parkê, makîneya bi tîpa Lorenz a kifşkirina şîfreyan, ku wextekê ji aliyê Elmanya Nazî ve hat bikaranîn, bi rêya înternetê firotin.
Dildarên Muzeya Bletchley Parkê, makîneya bi tîpa Lorenz a kifşkirina şîfreyan, ku wextekê ji aliyê Elmanya Nazî ve hat bikaranîn, bi rêya înternetê firotin.
Li gorî nûçeya BBC, dildaran bi rêya malpera Ebay'ê bi 9,50 sterlînê ev makîneya kifşkirina şîfreyan pêşkêşî firotinê kir. Jinek li Essexê dijî, bi 10 sterlînan ev makîne kirî.
Di dema Duyemîn Şerê Cîhanê de Elmanya Nazî ji bo eşkerekirina şîfreyan bi giranî makîneya Enîgma bi kar danî, lê ji bo vekirina şîfreyên zehmet makîneya bi tîpa Lorenz bi kar danî. Lê belê Lorenz ji ber ku mezin û giran bû û nikarîbû bihata hilgirtin, li cihekî bilind dihat bicihkirin.
Tê zanîn, lîderê Naziyan Adolf Hîtler ev makîne ji bo têkiliya bi generalên xwe yên payebilind bi kar danî.