Li Cezayîrê şerê li dijî Îslamiyên tund: Herî kêm 8 kes mirin

Li Cezayîrê, di şerê navbera yekîneyên artêşê û komên Îslamî yên tund de herî kêm 8 milîtan hatin kuştin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Wezareta Parastinê de hat raghandin, li Gûelta Zarka ya ser bi wîlayeta Setîfê li hemberî milîtanên Îslamî operasyon hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama vê operasyona li herêma 350 kîlometre li rojhilatê paytext Cezayîrê ye, herî kêm 8 milîtan mirin e. Di daxuyaniyê de hat gotin, çek, cebilxane û êlekê bombeyan hatine bidestxistin.

Li Cezayîrê, di şerê navxweyî yê navbera salên 1991-2002'an de herî kêm 60 hezar kes mirin. Îsal li hemberî komên Îslamî yên tund gelek operasyon hatibûn lidarxistin. Di nava 6 mehên dawî de komên bîatê ji DAIŞ'ê re jî di nav de, zêdeyî 100 milîtan hatin kuştin.