Cenazeyê 25 koçberan li peravên Lîbyayê dan

Hat diyar kirin ku koçberên ku dixwazin biçin Îtalyayê yek ji rawestgeha wan a dawî Lîbyaye, bi dehan cenaze li peravên bajêr dane.

Nûnerê Lîbyayê yê Xaça Sor a Damezirandina Alîkariya Navneteweyî El Hamîs El Bosayfî anî ziman ku li peravên bajarê Zûvare cenazeyê 25 koçberan li peravên avê dane.

El Bosayîf diyar kir ku agahiyên têkildarî xeniqîna koçberan nayê zanîn, lêgerîna tîmên rizgarkirinê ya li peravan dewam dikin.

Di hefteya borî de di navbera Îtalya û Lîbyaê de gelek keştî noqî avê bibûn û bi sedan koçber jiyan xwe ji dest dabûn. Tê texmînkirin ku hêjmara van kesan ji 700’an zêdetir bin.

Bajarên Zûvare û Sabrata yên dikevin peravên Rojavayê Lîbyayê, yek ji bajarên ku şebekeyên herî aktîf ên ku koçberan dişînin Îtalayayê ne.