DAIŞ sivîlan weke mertal bi kar tîne

Li Fellûceyê, ku artêşa Iraqê ji sê baskan ve operasyona rizgarkirina vî bajarî daye destpêkirin, tê gotin bi sedan malbat ji aliyê çeteyan ve weke mertal tên bikaranîn.

Nûnerta Taybet a Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Lîse Grande diyar kir, DAIŞ'ê bi qasî 300-400 malbat mecbûr hiştiye li hin cihên Fellûceyê bimînin. Grande da xuyakirin, ku ev agahî ji çavkaniyên pê bawer hatine wergirtin û anî ziman, destûr ji gel re nayê dayîn qadên kombûnê yên li navenda bajêr biterikîne.

Lîse Grande ragihand, DAIŞ bi bikarnîna sivîlan hewl dide xwe ji êrîşan biparêze û hişyarî da, ku bi sedan malbat di nava rewşeke xetere de ne.

Artêşa Iraqê û Milîsên Şîa roja Duşemê ji sê baskan ve, ber bi bajarê Fellûce yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, operasyonek dabûn destpêkirin. Li vî bajarê ku ji destpêka sala 2014'an û vir ve di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ye, şer dewam dike. Çeteyan duh êrîşeke dijber lidar xistibûn.

Saziya alîkariyê ya bi navê Konseya Penaberan a Norwêcê (NRC) ku alîkariyê dide gelek kampên penaberan ên li nêzî Fellûceyê hiyarî da, ku li bajêr pêkan e drameke însanî biqewime. Nûnerê NRN Nasir Muflahî da xuyakirin, ku ji roja destpêkirina operasyonê û vir ve bi tenê 550 malbatan karîbûn Fellûceyê biterikînin diyar kir, li nava bajêr pirsgirêkeke giran a xwarin, vexwarin û dermanan heye.