Sendîkaya CGT a Fransî: Li dijî me bangên tundiyê tên kirin
Li Fransayê ku 3 mehên dawî ji bo mafên bi milyonan karkeran çalakî didomin, mabeyna kardêr û sendîkayan alozî didomin.
Li Fransayê ku 3 mehên dawî ji bo mafên bi milyonan karkeran çalakî didomin, mabeyna kardêr û sendîkayan alozî didomin.
Li Fransayê ku 3 mehên dawî ji bo mafên bi milyonan karkeran çalakî didomin, mabeyna kardêr û sendîkayan alozî didomin. Piştî sendîkaya kardêran a bi berniyas MEDEF’ê, sendîkaya CGT’ê bi terorîzmê sûcdar kir, nerazîbûnên tund derketin holê, hate destnîşankirin ku dixwazin çalakiyên şîdetê li dijî sendikayê ava bikin.
Di çalakiyên li dijî Qanûna Xebatê ya li Fransayê de polîsan bi awayekî tund êrîşî çalakvanan kirin. Hikûmet û kardêr jî hewl didin tevahî bûyeran bixin stûûyê sendîkayan û bi vê ve nerazîbûnên gel kêm bikin.
Serokê MEDEF’ê ku yekîtiya kardêran e, Pîerre Gattaz îro ji rojnameya Le Monde re axivî, endamên konfederasyona CGT’ê bi “tevgerên terorîstî” sûcdar kir. Hikûmeta Gattazê jî xwestibû kul i dijî “şantaj, çalakiyên tundiyê, zext û terora komên biçûk” rawestin. Gattaz îdîa kiribû ku endamên CGT’ê ‘wek terorîstan’ tevdigerin.
Li dijî gotinên Serokê MEDEF’ê, di serî de CGT, gelek sendîkayan nerazîbûnên mezin nîşan dan, her wiha hikûmetê jî ev şermezar kir.
Sekreterê Giştî yê CGT’ê Phîlîppe Martînez da xuyakirin ku wê giliyê Pîerrre Gattaz bikin, destnîşan kir ku dixwazin li dijî CGT’ê çalakiyên tundiyên gurtir bikin.