Kerry û Lavrov li ser tevgera hevpar a li dijî El Nûsra axivîn
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsyayê de, hevdîtinên li ser tevgereke hevpar a li hemberî çeteyên El Nûsra ku baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê ye, dewam dikin.
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsyayê de, hevdîtinên li ser tevgereke hevpar a li hemberî çeteyên El Nûsra ku baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê ye, dewam dikin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de, naveroka axaftina Sergey Lavrov a bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry re kir, hat eşkerekirin. Hat ragihandin, di vê axaftinê de işaret bi 'tevgerke hevpar a bi biryar' a li Sûriyeyê hatiye kirin û li ser têkoşîneke hevpar a li hemberî çeteyê El Nûsra hatiye axaftin.
Balkêş ev danûstandinên navbera Rûsya û DYA'yê, di demeke ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên bi pêşengiya YPG'ê operasyonên rizgarkirina Reqqa û Minbicê dimeşînin de, pêk hat. Beriya niha Rûsyayê li dijî çeteyên El Nûsra banga operasyona hevpar kiribû, lê DYA'yê qebûl nekiribû.
Di encama hewldana her du welatan de herî dawî duh li Daraya ya li başûrrojavayê Şamê agirbestek ji 48 saetan hatibû ragihandin.
DYA heta niha li hemberî herêmên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin êrîşên hewayî dike. Rûsya jî dest li herêmên çeteyên DAIŞ û El Nûsra lê ne, werdide.