Elmanya wê ji bo xwendekarên penaber 100 mîlyon euro xerc bike
Li Elmanyayê, ji bo perwerdeya ziman û zanîngehê ya ciwanên penaber, di nava 3 salên pêş de wê ji sedan projeyên bi 100 mîlyon euroyî bên amadekirin û bicihanîn.
Li Elmanyayê, ji bo perwerdeya ziman û zanîngehê ya ciwanên penaber, di nava 3 salên pêş de wê ji sedan projeyên bi 100 mîlyon euroyî bên amadekirin û bicihanîn.
Di nava du salên dawî de zêdeyî 1 mîlyon penaber hatin Elmanyayê. Tê gotin bi sed hezaran ciwanên penaber di emrê zanîngehê yan jî di asta wergirtina perwerdeya zanîngehê de ne.
Wezîra Perwerdeyê ya Federal Johanna Wanka diyar kir, bi zêdebûna hejmara penaberan re bi deh hezaran penaber gihaştine asta perwerdeya zanîngehê û anî ziman, ji nava penaberên par hatine Elmanyayê bi qasî 50 hezar ji wan dikarin biçin zanîngehê. Wanka ragihand, ji bo xwendekarên penaber wê bi tenê îsal 27 mîlyon euro li proje û bernameyan bên xerckirin.
Wezîr Johanna Wanka da zanîn, ku ew dixwazin pêşî li ciwanên penaber vekin ji bo karibin li Elmanyayê perwerdeya zanÎngehê bibînin û got, "Ev yek di heman demê de wê tevkariyê li aramiya Elman jî bike."
Proje û bernameyên wezaretê, bi rêya Servîsa Guhertinê ya Akademîk a Elman (DAAD) ve tên plankirin. DAAD hînê bi qasî 300 projeyan bi desteka Wezareta Perwerdeyê dimeşîne. Di mijara projeyên têkildarî ciwanên penaber de jî serî li vê saziyê tê dayîn.
Bi 152 projeyên di çarçoveya bernameyeke bi navê Integra de hatine amadekirin û ji aliyê DAAD'ê ve tê fînansekirin re, ji 2 hezar 800 penaberan perwerdeya zanîngehê, perwerdeya teknîkî û ziman tê dayîn.
Ji bo penaberên li 180 zanîngeh û dibistanên hîndekariya bilind ên li Elmanyayê perwerdeyê bibînin wê heta sala 2019'an 100 mîlyon euro bên xerckirin.