Nerazîbûna li pêşniyara glîfosat a YE zêde dibe

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşniyar dike, li hemberî gihayên zerarê dide zeviyan dermanê bi navê glîfosat bê bikaranîn. Lê bi mîlyonan mirov dixwazin ev derman bê qedexekirin.

1,8 mîlyon beşdarî kampanya li ser înternetê hat destpêkirin bûn.

 Komîsyona Yekîtiya Ewropayê çend roj berê biryareke pêşniyarê wergirtibû û pêşniyar kiribû ku dema bikaranîna dermanê bi navê glîfosat ku gumana bandora kanserojen jê tê kirin, ji 12 heta 18 mehan bê dirêjkirin. Komîsyon dixwaze bi vê biryara xwe ve nerazîbûna hikûmetên endam a li hemberî vî dermanî kêm bike û rê li ber erêkirinê veke.

Komîserê ji tenduristiyê berpirsyar ê komîsyonê Vytenîs Andrîûkaîtîs duh daxuyaniyek da û diyar kir, dema bikaranîna vî dermanî wê ewilî kêmî 15 salan be û li benda encamên lêkolînên berfireh ên li ser dermên bê rawestandin. Andrîûkaîtîs da xuyakirin, ku ew ê li benda rapora Ajansa Kîmyewî ya Ewropayê bisekinin.

Li aliyê din, ji bo qedexekirina glîfosat, ku bi giranî ji aliyê şîrketa Amerîkî Monsant ve pêşkêşî bazarê hat kirin, kampanya hat destpêkirin. Di gelek forûmên medya civakî de bi mîlyonan mirovî xwestin bê qedexekirin. Di kampanya îmzeyan a li malpera Avaaz.org de 1,8 mîlyon kesî îmzeya xwe di vî warî de bi kar anîn.

Di nava 3 rojên dawî yên kampanyayê de, tê payîn hejmara kesên li dijî vî dermanî derdikevin bigihêje 2 mîlyonî.

Her sal glîfosat a ji mîlyaran Euroyî, li dijî gihayê zerarê didin zeviyan li qada çandiniyê tê bikaranîn. Lê belê di gelek lêkolînan de hat destnîşankirin, ku eger glîfosat zêde bê bikaranîn, dikare rê li ber kanserê veke.