Rêjeya bêkariyê ya li Yekîtiya Ewropayê kêm dibe

Rêjeya bêkariyê ya li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê bi rêjeya ji sedî 0,1 kêm bû. Li Herêma Euro jî di heman astê de ma. Li gelemperiya Yekîtiyê, yek ji 5 ciwanan bêkar e.

Li gorî daneyên Ofîsa Statîstîkan a Ewropayê (Eurostat), rêjeya bêkariyê ya li Yekîtiya Ewropa ya ji 28 endaman ji sedî 0,1 kêm bûye û daketiye ji sedî 8,7. Bi vî rengî daket rêjeya herî kêm a ji Nîsana 2009'an û vir ve. 

Li Herêma Euro ya ji 19 endaman jî, rêjeya bêkariyê di mehên Nîsan û Adarê de weke hev man. Rêjeya bêkariyê ya li vê derê ji sedî 10,2 ye.

LI GORÎ SALEK BERIYA NIHA, BI 2 MÎLYONAN KÊM BÛ

Li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê hejmara bêkaran 21 mîlyon 224 hezar e. Ji van 16 mîlyon 420 hezar bêkar li Herêma Euro ne. Li gorî meha Adarê hejmara bêkaran li Yekîtiya Ewropayê 106 hezar, li Herêma Euro jî 63 hezar kêm bû.

Li gorî Nîsana 2015'an hejmara bêkaran li gelemperiya Yekîtiya Ewropayê bi 2 mîlyon 95 hezar, li Herêma Euro jî bi 1 mîlyon 309 hezar kesî kêm bû.

Di nava Yekîtiya Ewropayê de welatê rêjeya bêkariyê lê herî kêm e, bi rêjeya ji sedî 4,1 Komara Çekê ye. Piştre Elmanya bi rêjeya ji sedî 4,2 di rêza duyemîn, Malbat jî bi rêjeya ji sedî 4,3 di rêza sêyemîn de cih digirin.

Welatê ku rêjeya bêkariyê lê herî zêde ye, bi rêjeya ji sedî 24,2'an Yewnanîstan e. Li Spanyayê jî rêjeya bêkariyê ji sedî 20,1 e.

LI HERÊMA EURO RÊJEYA BÊKARÊN CIWAN JI SEDÎ 21 E

Li Yekîtiya Ewropayê hejmara ciwanên kêmî 25 salî yên bêkar 4 mîlyon 235 hezar e, ku ev yek ji sedî 18,8 e. Li Herema Euro jî ev rêje ji sedî 21,1 e.

Li Elmanyayê ji sedî 7 ê ciwanan bê kar e.