Di tedawiya kanserê de gaveke mezin hat avêtin
Zanyar hewl didin, derziyeke ku dike bedena mirovan hucreyên kanserê weke vîrûsê bibînin û wan bikujin, çê bikin. Di vî warî de zanyaran gaveke mezin avêtin.
Zanyar hewl didin, derziyeke ku dike bedena mirovan hucreyên kanserê weke vîrûsê bibînin û wan bikujin, çê bikin. Di vî warî de zanyaran gaveke mezin avêtin.
Li gorî lêkolîna di kovara Natûre de hat weşandin, komek ji zanyaran mînak ji tumorên nexweşên kanserê yên di dereceyeke zêde de ne, girtin. Pisporan RNA yên van lêkolîn kirin û hucreyên nû yên modîfiye kirine, ji reh ve ji nû ve dan sê nexweşan.
Piştî vê derzîkirina di asteke kêm de hat kirin, tumorên nexweşekî biçûk bûn. Lê belê bi temamî ji holê ranebûn.
Li nexweşê din jî, ku hucreyên wî yên kanserê bi emeliyatê ahtin jêkirin û bi nexweşiya kansereke agresîf ketiye, hat tespîtkirin ku heta 7 mehan jî kanser lê venegeriya ye.
Di mînaka sêyemîn a nexweşê kansera çerm de, ku hucreyên kanserê li pişikê jî der bûne, piştî derzîkirinê ji aliyê klînîkî ve rewşa nexweş baş e.
Tê gotin, li Zanîngeha Johannes Gutenbergê di ceribandina li ser mişkan de encamên gelekî erênî bi dest ketine.
Prof. Ûgûr Şahîn ku serkêşiyê ji vê ekîbê re dike got, ev derzî gelekî zû û bi erzanî dikare bê çêkirin û ev rêbaz di asta gerdûmî de ji bo tedawîkirina kanserê dikare bê bikaranîn.
Zanyar vê yekê erênî dibînin, lê belê dibêjin, heta ku li ser komeke berfireh a nexweşan neyê ceribandin, encamên zelal jê dernakeve.