Ji ber lehiyên li Elmanya û Fransayê 5 kes mirin

Li Elmanya, Fransa û Belçîkayê, barana bi rojane dibare rê li ber lehiyê vekir. Ji rabûna lehiyê gelek kes mirin û zerareke mezin a madî der bû.

Hat ragihandin, li Elmanya û Fransayê duh 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li paytexta Fransa Parîsê, bilindahiya çemê Seîne gihîşt 4,3 metreyan. 

Di dawiya hefteyê de, li eyaleta Baden-Wurttembergê 4 kes ji ber karesata lehiyê mirin. Duh jî lehiyê herêmê Bavyera Jêrîn (Niederbayern) a li Bavyerayê da ber xwe. Li maleke li bajarokê Simbach am Innê di nava ava lehiyê de ma, cenazeyên sê kesan hat dîtin.

Di daxuyaniya polîsên Niederbayernê de hat ragihandin, gelek kesên ji ber lehgiyê xwe li malekê girtin hatin rizgarkirin, lê belê sê kesên xwe li jêrzemîna malê girtin, fetisîn.

Li gundekî bi navê Julbach a li ser sînorê Awûstûryayê jî, cenazeyê jineke li ber ava lehiyê ketibû, hat dîtin.

Li bajarê Seîne-et-Marne ya Fransayê, hat ragihandin jineke 86 salî ji ber mala wê di nava ava lehiyê de ma, jiyana xwe ji dest da. Li paytext Parîsê jî, ava çemê Seîne ku danê êvarê bi 4,3 metreyan bilind bû, nîvê şevê li hin herêman gihîşt 5 metreyan.

Di dawiya hefteyê de li herêma Alsace ya Fransayê û eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, ji ber barana zêde lehî rabûbû. Li Baden-Wurttembergê 4 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dabûn.