Ji Clînton li dijî serketina gengaz a Trûmp hişyariya atomê

Hîllary Clînton da xuyakirin, ku divê Trûmp ê namzetiya wî ya ji bo Partiya Komarparêzan misoger bûye, xwe negihîne 'kodên çeka atomê ya DYA'.

Ji bo hilbijartinên Serokatiya DYA, pêş hilbijartin dewam dike. Bernamzeta Demokratan Clînton jî asta rexneyên xwe yên li hemberî Trûmp bilindtir dike.

Bernamzeta Demokratan Hîllary Clînton di axaftina xwe ya li navenda leşkerî ya San Dîego ya li eyaleta Kalîforniyayê de diyar kir, nêrînên hevrikê wî Donald Trûmp ên li ser polîtîkaya derve 'xetere' ye. 

Clînton da xuyakirin, ku Trûmp 'axaftinên bi hêrs û ecêb' dike û îdîa kir ku kesekî zû bi hêrs dibe, divê nebe xwedî kodên çeka atomê ya DYA.

Clînton her wiha ragihand, Trûmp wê têkiliya bi hevalbendên heyî yên DYA xera bike û ragihand, eger Donald Trûmp bi ser bikeve, yê herî pê kêfxweş bibe wê Qesra Kremlînê be.