Ji bo hilberînerên Elman ên şîr alîkariya ji 100 mîlyon euroyî

Li Elmanyayê, danûstandinên li ser zêdeyî 70 hezar hilberînerên şîr, bi encam bû. Dewlet plan dike, vê gavê 100 mîlyon euro ji bo teşwîqê alîkariyê bike.

Wezîrê Çandiniyê yê Federal Chrîstîan Schmîdt, duh bi nûnerên cotkar, hilberînerên şîr û bazirganan re rûnişt û diyar kir, ji bo dewamkirina hilberînê wê dewlet hîn bêhtir alîkariya teşwîqê bike. Di civîna li Berlînê de Schmîdt ragihand, dewlet wê herî kêm 10 mîlyon euro alîkariyê bike û ev hejmar wê di hevdîtinan de zelaltir bibe.

Wezîrê Çandiniyê diyar kir, tevî teşwîqa ji bo hilberîneran, wê mijarên krediyê û kêmkirina bacê jî bikevin dewrê. Wezîr da xuyakirin, ku ji bo hilberînerên şîr zerarê nebînin wê hevdîtin li Meclîsa Federal û eyaletan dewam bike û bi saya vê yekê wê alîkariyeke zêde ya ji 100 mîlyon euroyî bê dayîn.

Li Elmanyayê, hilberînerên şîr serê her lîtreyê 20 centî qezenc dikin. Ji bo dewamkirina vê hilberînê jî pêwîstî bi qezecna ji 35 centî heye. Lê belê, bi zêdebûna rêjeya şîrê li bazarê re, buhayê şîr kêm bû û hilberînerên şîr zerar dîtin.