Hejmara Selefiyan û rastgirên tund ên li Berlînê zêde bû
Li gorî rapora Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Berlînê ya sala 2015'an, xeteriya sereke zêdebûna endamên 'Selefî' û komên tund ê rastgir ên Elman e.
Li gorî rapora Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Berlînê ya sala 2015'an, xeteriya sereke zêdebûna endamên 'Selefî' û komên tund ê rastgir ên Elman e.
Di rapora ji aliyê Senatorê Karên Hundir ê Eyaletê Bernd Kromer de hat ragihandin, heta Gulana 2016'an hejmara Selefiyên li Berlînê 710 e û ji van 380 ji bo lidarxistina 'çalakiyên şîdetê amade ne'. Di raporê de hat destnîşankirin, di salên dawî de 110 Îslamî ji Berlînê çûne welatên Rojhilata Navîn.
Di dewama raporê de tê gotin, mizgeft û 'dibistanên Îslamî' yên li gelek taxên Berlînê hene, ji aliyê propaganda şîdetê ve xwedî roleke girîng in. Li gorî vê yekê, hat tespîtkirin ku di semînerên li Mizgefta El Nûr a li Neukollnê, li Mizgefta Es Sahaba ya li Weddîngê û li Mizgefta ser bi komeleya Fûssîlet 33 a li Moabîtê, propaganda komên tund hatiye kirin.
Li gorî raporê, hejmara alîgirên komên Neo-Nazî û rastgir ên tund 700 e. Hat bibîr xist, ev hejmara par 600 bû. Di raporê de hat destnîşankirin, ku hejmara giştî ya rastgirên tund bi qasî 1.450 ye.
Di raporê de hat ragihandin, propaganda û gotinên li dijî biyaniyan, bi giranî bi rêya Facebook û Twîtterê tên kirin, lê ji ber şopandina qanûnî bi lez û bez ji van malperan tên birin.
Di raporê de îdîakirin, ku hejmara endamên komên 'çep ên radîkal' ên ji bo çalakiyan 'amade ne' 660 e. Di raporê de hat gotin, hejmara van kesan li gorî sala 2014'an kêm bûye.