Bîlançoya barana li Fransa û Elmanyayê bariya giran e
Li gelek welatên Ewropayê baraneke dijwar dibare. Li Fransayê, ji ber barana ev du roj in dibare, fikar hene ku paytext Parîs di nava avê de bimîne.
Li gelek welatên Ewropayê baraneke dijwar dibare. Li Fransayê, ji ber barana ev du roj in dibare, fikar hene ku paytext Parîs di nava avê de bimîne.
Li gelek welatên Ewropayê baraneke dijwar dibare. Li Fransayê, ji ber barana ev du roj in dibare, fikar hene ku paytext Parîs di nava avê de bimîne. Ava Çemê Seîne derket asta herî bilind a 34 salên dawî. Bi tedbîrên li qiraxa çem hatine girtin re hewl tê dayîn pêşî li zerara çem li bajêr bike, bê girtin.
Ji ber barana dijwar a ji dawiya hefteyê û vir ve li Fransa û Elmanyayê dibare, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Li başûrê Elmanya eyaleta Baden-Wurttembergê 4, li eyaleta Bavyera jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Tê gotin, li Fransayê jî herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Baranê, bi mîlyaran euroyî zerar da her du welatan. Ji ber barana zêde, ava Çemê Seîne yê di nava Parîsê derbas dibe, di asteke zêde de bilind bû. Ava vî çemî ku di sala 1910'an de gihaştibû 8,6 metreyî, herî dawî di sala 1982'an de gihaştibû 6,2 metreyan. Ji duh bi şev û vir ve ava Çemê Seîne 6 metre derbas kir û gihaşt asta herî bilind a 34 salên dawî.
Bi bilindbûna avê re, li hemberî xeteriyeke gengaz amadekarî tên kirin avahiyên dewletê û wezaret bên valakirin. Eger ava vî çemê bigihêje 6,6 metreyî, wê ji neçarî hemû stasyonên metroyê werin girtin. Wekî din, li gelek cihên paytext Parîsê, li qiraxa çem bend tên çêkirin.
Tê gotin li herêmên navîn û rojhilat ên vî welatî ava çem bilind bûye. Li hin deverên bajarê Orleansê, çemê Loîrenê bilind bûye. li bajarê Meûrthe-et-Moselle yê li aliyê rojhilat jî li zêdeyî 10 komunan lehî rabû.
Li Elmanyayê jî barana ku li eyaletên başûr rê li ber mirinan vekir, li herêmên bakur jî zêde dibe. Li bajarê Mendîg ê li eyaleta Rheînland-Pfalzê, di dema konserekê de birûskê li herêma konserê da û di encamê de herî kêm 8 kes birîndar bûn.
Ji ber barana di dawiya hefteya bihurî de destpê kir, li Elmanyayê herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin, ku zerara madî ya ji ber baranê li vî welatî bûye, bi sedan mîlyon euro ye.