YE birêkûpêkkirina ‘penaberên wesfdar’ berfireh dike
Yekîtiya Ewropa (YE), li şûna çareseriyên adil ji pirsgirêka penaberan û penabertiyê re bibîne, plansaziyên li ser kişandina karkerên kalîfiye û perwerdekirî yên li welatên din pêş dixe.
Yekîtiya Ewropa (YE), li şûna çareseriyên adil ji pirsgirêka penaberan û penabertiyê re bibîne, plansaziyên li ser kişandina karkerên kalîfiye û perwerdekirî yên li welatên din pêş dixe.
Yekîtiya Ewropa (YE), li şûna çareseriyên adil ji pirsgirêka penaberan û penabertiyê re bibîne, plansaziyên li ser kişandina karkerên kalîfiye û perwerdekirî yên li welatên din pêş dixe. Hewl tê dayîn ku sîstema Blue-Card a sala 2009’an praktîze bû, hê bi ‘hêsantir’ û ‘cazib’ bibe.
Li gor nûçeya kovara Der Spîegel a xwe dispêre Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE), ji bo ‘hêza kar a wesfdar’ lêgerînên nû didomin. Li gor vê, sîstema Blue Card wê ji nû ve di ber çavan re bê derbaskirin. Li gor vê rêkûpêkkirinê jî derbasbûyina penaberên ji welatên sêyemîn a ji bo YE wê hêsantir bibe.
Di plana Komîsyona YE de tê xwestin ku ji bo ‘hêza kar a wesfdar’ were Yekîtiya Ewropa pêşniyarek hevpar bê kirin û rêkûpêkkirin jî tevahî welatan bigire nav xwe.