Di çalakiya li dijî Neo-Naziyan de polîsan û komên çep şer kirin

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, bi hezaran çalakgerên çep-otonom li dijî Neo-Naziyan daketin kolanan. Li bajarê ku bi qasî 5 hezar polîs ketin alarmê, di navbera polîsan û komên çep de şer derket.

Bi qasî 900 Neo-Nazî duh ji gelek eyaletan hatin Dortmûndê û bi qîrîna dirûşmên li dijî penaber û koçberan, meşiyan. Li hemberî vê çalakiya Neo-Naziyan, li ser banga şaredarî, dêr û komeleyan bi qasî 3 hezar kesî xwepêşandanek lidar xistin.

Ji bilî vê xwepêşandanê, bi hezaran endamên komên çep-otonom çalakiyeke alternatîf lidar xistin.

Çalakgerên ku piştgirî dan biyaniyan, pankarta bi nivîsa "Ne li dijî penaberan, li dijî sedemên penaberiyê şer bikin" vekirin. Çalakgeran xwestin pêşî li Neo-Naziyan bigirin.

Polîsên Elman hewl dan Neo-Naziyan biparêzin û li gelek deveran li hemberî endamên komên çep şer kirin. Di bûyeran de herî kêm 3 polîs û bi dehan xwepêşandêr birîndar bûn.

Di daxuyaniya polîsan de hat îdîakirin, ku çalakiya komên çep bêdestûr bû û ji ber ku li gelek deveran hat lidarxistin, polîsan di kontrolkirinê de zehmetî kişandine. Di daxuyaniyê de her wiha hat îdîakirin, hin wesayîtên polîsan zerar dîtine û bi kevir û şûşeyan êrîş li polîsan hatiye kirin.

Ji ber çalakiya Neo-Naziyan û dijberên wan, li Dortmûndê 3 hezar 700 polîsên eyaletê wezîfe kirin. Bi qasî hezar polîsên federal jî li garên trenê û derdora wê ewlekarî girtin.