Di êrîşên çeteyan a li Nîjerê de bi dehan kes mirin

Li Nîjerê di êrîşa çeteyên Boko Haram a li hember yekîneyeke leşkerî de herî kêm 32 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li Nîjerê di êrîşa çeteyên Boko Haram a li hember yekîneyeke leşkerî de herî kêm 32 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Wezîrê Parastina Nijeryayê de hat diyarkirin ku li Bosso ya ku li sînorê Nîjeryayê, komeke çeteyan êrîşeke mezin li dar xistine. Wezaretê diyar kir ku di êrîşên duh şev de çeteyan bi çekên giran li Bossoyê gelek mal şewitandine û şer heta danê sibehê dewam kirine.

Li gorî daxuyaniyê, di êrîşan de 30 leşkerên Nîjerî û 2 leşkerên ji artêşên Nijeryayê jiyana xwe ji dest dane. Di şer de jî nêzî 70 leşker birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çeteyan di demekî pir kurt de bajarê Bossoyê kontrol kirin, di êrîşên ji vê sibehê li hember çeteyan dan destpêkirin de bû sedem ku çete ji navenda bajêr birevin. Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di van êrîşan de derbeyên giran li çeteyan hatine xistin. Lê, têkildarî hêjmaran ti agahî parve nekirin.

Êrîşên Boko Haram di vê demê de li hember hêzên Nîjer, Nijerya, Artêşên Çad  û Kamerûn û hêzên cuda yên Netewî, windahiyên mezin dan. Tê zanîn ku di encama van destkeftina de çete gelek caran hewl didin li gelek deverên Nîjeryayê û derdora Gola Çadê bi dizî bikevin qadên din.

Li Bakurê Nijeryayê ji ber êrîşên komên çete yên ku bîatî DAIŞ’ê dikin di 7 mehên herî dawî de nêzî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.