Ji Sadr banga raperînê

Lîderê Şîî Mûkteda el Sadr got rewşa Iraqê her kû diçe nebaş dibe, banga raperînê li gel kir.

Lîderê Şîî Mûkteda el Sadr, daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku rewşa Iraqê tirsnak e, destnîşan kir ku ji ber yên nêzî wî disekinin tevlî pêşendanan nabin, ji dil ve xemgîn dibe.

Di dewama daxuyaniya Lîderê Şîî de ev gotinên tund cih girtin: “Li dijî DAIŞ’parêzên ku hem di DAIŞ’ê hem jî di hikûmetê de cih digirin, em raperînek mezin ji gel hêvî dikin. Tercîh a gelê me ye û ev gel wê rojekê rabe ser lingan.”

Lîderê Şîî Mûkteda el Sadr mehên bihurî jî bangên nêzî vê kiribûn û li ser vê jî alîgirên Sadr 2 caran Meclîsa Iraqê dagir kiribûn. Dema van hewldanên dagirkirinê jî di şerên mabeyna hêzên ewlehiya Iraqê û çalakvanan de kuştî çêbibûn.