Hejmara cenazeyên li peravên Lîbyayê gihişt 104’an
Li peravên Lîbyayê ji duh ve 104 cenaze hatin dîtin. Tê gotin ku kesên hefteya bihurî qeştiya wan mabeyna Sîcîlya û Lîbyayê noqî avê bûne, ev cenazeyê wan penaberan e.

Berdevkê Koma Keştiyên Leşkeriyê yên Lîbyayê Eyyub Qassîm ragihand ku li peravên Zûvare gihiştine 104 cenazeyan. Qassim diyar kir ku ev hejmar hejmara duh êvarî ye, got dibe hejmara zêdetir bibe.
Hefteya bihurî qeştiyek zêdetirî hezar penaber barkirî noqî avê bibû, lê tenê 500 cenaze hatibûn rizgarkirin.
Li gor agahiyên Komîteya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (ÛNHCR), ji 1’ê Çileyê heta 25’ê Gulanê 38 hezar penaber gihiştine Îtalyayê, hezar û 370’yan jî jiyana xwe ji dest dane.