Li gorî anketan rewşa Brexitê hînê xumamî ye

Li gorî anketa şîrketa Opînîûmê alîgirên yekîtiyê ji dijberan zêdetir e. Lê anketên di nava vê hefteyê de hatin kirin, hemûyan encamên ji hev cuda raxistin pêş çavan.

Şîrketa Opînîûm di navbera 31'ê Gulanê-3'ê Hezîranê de bi rêya online, anketek amade kir. Li gorî vê anketê, kesên dixwazin Brîtanya di nava Yekîtiya Ewropayê (YE) de bimînin ji sedî 43, kesên dixwazin ji nava YE derkeve (Brexit) jî ji sedî 41 e. Lê balkêş e, yek ji her şeş hilbijêran hînê biryara xwe nedane.

Di anketeke beriya niha ji aliyê Opînîûm ve di 21'ê Gulanê de ji bo The Observer kiribû, rêjeya alîgirê YE ji sedî 44, rêjeya alîgirê Brexit'ê jî ji sedî 40 bû.

Di navbera 30-31'ê Gulanê de jî şîrketa YoûGov anketek amade kir. Di encama vê anketê de jî alîgir û dijberên YE, di heman astê de di rêjeya ji sedî 41'ê de xuya kirin. 

ICM'ê di navbera 27-29'ê Gulanê de du anket amade kir û tespît kir ku alîgirên derketina ji nav YE ji sedî 44 û alîgirê yekîtiyê jî ji sedî 47 e.