NY bi biryar e alîkariyê ji bejahî ve bike

Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku ew bi biryar in alîkariya derman û xwarinê ya ji bo sivîlên li herêmên şer ên li Sûriyeyê dijîn, ji bejahî ve bikin.

Ji berdevkên NY Stephane Dûjarrîc da xuyakirin, ku wan ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê destûr xwestine, ku alîkariyê bigihînin sivîlên li 34 herêman. Dûjarrîc diyar kir, ew dixwazin alîkariyê bi rêya bejahî bikin û li benda bersiva serlêdanê ne.

Dûjarrîc ragihand, heta niha destûr ji bo 23 herêman hatiye dayîn.

Berdevkê NY da zanîn, nepêkan e malzemeyên alîkariyê bi rêya hewayî bên şandin û anî ziman, rêya bejahî ji vê 'ewle'tir e. Berdevk da xuyakirin, ku eger bersiveke erênî ji vê daxwaza wan re neyê dayîn, weke alternatîfa dawî dikarin ji hewayê ve malzemeyên alîkariyê bigihînin herêman.

Ji 34 bajarên Sûriyeyê yên Neteweyên Yekbûyî dixwaze alîkariyê bigihîne, 19 jê ji ber şer hatine dorpêçkirin. Neteweyên Yekbûyî îdîa dike ku beşeke mezin a van bajarên 600 hezar sivîl lê dijîn, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine dorpêçkirin.