Asteroîtekî ev 100 sal in li dora Cîhanê digere hat tespîtkirin

Daîreya Feza û Hewakariyê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA), agahiyên li ser hebûna steroîtekî biçûk ê 100 sal in li dora Cîhanê digere, parve kir.

NASA di wê baweriyê de ye, ev asteorîtê bi qasî 40 heta 100 metreyî mezin e û navê 20016 HO3 lê hatiye kirin, wê di sedan salên pêş de jî li dora Cîhanê bizîvire.

Li gorî agahiyên ji aliyê NASA ve hatin parvekirin 2016 HO3 li cihekî ku 38 heta 100 qat ji navbera Heyv û Cîhanê dûrtir digere. 2016 HO3 di dawiya meha Nîsanê de ji aliyê teleskopa Pan-Starrs-1 a li parka neteweyî ya Haleakala hatibû keşfkirin.

NASA'yê diyar kir, xeterî nîne ku 2016 HO3 li Cîhanê bikeve û da zanîn, ji ber hêza kişandinê ya erdê, asteroît bi rêk û pêk li dora Cîhanê digere.

Di sala 2003'an de jî hatibû tespîtkirin ku asteroîtekî din li dora Cîhane digere. Lê belê ev asteroîtê ku navê 2003 YN107 lê hatibû kirin, di sala 2006'an de di nava kûrahiya fezayê de winda bûbû.