Polîsên Belçîkayê rojên În û Şemiyê di 40 operasyonên cuda yên li gelemperiya welêt de 40 kes binçav kirin, ku hat îdîakirin van kesan amadekariya êrîşê li dijî Şampiyoniya Futbolê ya Euro 2016 dikirin. 12 ji van kesan jî hatin girtin.
Li gorî rayedarên Belçîkayê, cihên alîgir lê dicivin, cihên bazarê û stasyonên trenê di hedefa êrîşan de ne.
Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel piştî civîna ewlekariyê ya bi wezîrên karên hundir, derve û parastinê lidar xist, agahî da raya giştî. Mîchel got, "Rewş di bin kontrolê de ye. Ji bo pêşîgirtina li êrîşan, di çarçoveya konsepta têkoşîna li dijî terorê de bar dikeve ser milê her kesî."