Alîgirên Brexitê hînê li pêş in

Li Îngilîstanê, li gorî anketên dawî alîgirên Brexitê (alîgirên derketina Îngilîstanê ji nava Yekîtiya Ewropayê) li pêş in.

Li Îngilîstanê ku referandûma li ser biryara têkildarî endametiya Brîtanya Mezin a li nava Yekîtiya Ewropayê nêzîk dibe, şoqa qetilkirina parlamentera jin Jo Cox dewam dike.

Li gorî anketên dawî yên beriya referandûma 23'ê Hezîranê bê lidarxistin hatin kirin, rêjeya alîgirên derketina ji nava yekîtiya Ewropayê (Brexit) hînê gelekî zêde ye. Parlamenter Jo Cox ji aliyê kesekî rastgir ê tund ve hat qetilkirin. Dihat texmînkirin ku ev bûyer dengê alîgirên Brexitê kêm bike, lê ev texmîn pûç derket.

Li gorî anketa şîrketa bi navê Qrîoûsly a di 13-16'ê Hezîranê de pêk anî, rêjeya alîgirên Brexitê ji sedî 51,7 e. Yên dixwazin di nava Yekîtiya Ewropayê de bimînin ji sedî 39,7 e. Rêjeya kesên bêbiryar ji sedî 8,6 e.

Di anketa duyemîn a şîrketê de ku duh pêk anî, rêjeya alîgirên Brexitê ji sedî 51,4 e. Alîgirên mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê daketin rêjeya ji sedî 32,4'an. Di anketa duyemîn de rêjeya mirovên bêbirar gihîşt ji sedî 16'an.

Rojnameya The Times a li ser xeta navendî-rastgir e, bi daxuyaniyekê ragihand, ku ew alîgirê mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê ye.