Fransa nikare xwe li alîkariya ji bo penaberan jî rabigire

Fransa, alîkariya ji bo penaberên liherêmên bakurrojava di nava şert û mercên nebaş de dijîn û hewl didin derbasî Îngilîstanê bibin, asteng dike.

Bi armanca alîkariyê duh konvoyek bi rê ket, lê belê derstûr jê re nehat dayîn derbasî Fransayê bibe. Balkêş e 'ewlekarî' ji vê qedexeyê re were hincet hatiye nîşandan.

Bi hezaran penaberên hewl didin ji Fransayê derbasî Îngilîstanê bibin, hînê li herêmên Normandiya û Nord-Pas-de-Calaîs-Pîcardîe li nava daristanê hewl didin bijîn.

Ji bo alîkariyê bi penaberên li Fransayê bikin, duh bi sedan kes ji Londonê bi rê ketin, lê belê ji aliyê rayedarên Fransayê ve ji ber qedexeyê hatin astengkirin. Konvoya ji qemyoneke alîkariyê û 250 wesayîtên taybet, li nuqteya dawî ya sînor Doverê hat sekinandin.

Di daxuyaniya ji aliyê polîsên bajarê Doverê ve hat dayîn de hat ragihandin, ji ber 'ewlekariyê' rayedarên Fransayê konvoy qedexe kirine, lewma nikarin destûrê bidin.

Dildarên alîkariyê ev biryar şermezar kirin, vegeriyan Londonê û li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê çalakî lidar xistin.

Zarok jî di nav de bi hezaran penaber li cihekî vekirî yê vî bajarê li bakurrojavayê Fransayê dijîn. Tê texmînkirin hejmara penaberên li bajarê Claîs û derdora wê herî kêm 4 hezar e. Bi giranî ji penaberên ji Sûdan û Afganîstanê pêk tê.

Li Grande-Synte, piraniya wan Kurd 800 penaber hene.