WHO: Mirina ji ber vîrûsa şewata zer zêde dibe

Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hat weşandin, hejmara mirovên bi vîrûsa zer ketine hezar derbas kiriye û herî kêm 71 kes ji ber vê vîrûsê mirin e.

Di bîlançoya WHO de hat ragihandin, ji meha Adarê û vir ve hezar 44 kes bi vîrûsa şewata zer ketine û ji van nexweşan 71 kes mirin e.

WHO da zanîn, ji van kesên bi vîrûsê ketine rewşa 61 kesî 'giran' e û piraniya mirovên bi vîrûsê ketine 20-34 salî ne.

Di rapora WHO de hat bibîrxistin, ev vîrûs ji Angolayê belav bûye û mirovên bi vîrûsê ketine jî, kesên çûne li vî welatî bixebitin e.

Vîrûsa şewata zer a di dawiya sala 2015'an de li Angolayê derket holê, bi rêya kelmêşan derbasî mirovan bû.