Çîn wê heta sala 2030'î xwarina goşt ji sedî 50 kêm bike

Hikûmeta Çînê ji bo kêmkirina xwarina goşt, planekê dixe meriyetê. Li gorî vê planê, wê heta sala 2030'î xwarina goşt ji sedî 50 kêm bibe.

Di çarçoveya têkoşîna li dijî obezîte û nexweşiya şekir de, Wezareta Tenduristiyê ya Çînê amadekariyan dike ku planek ji bo kêmkirina xwarina goşt bixe meriyetê.

Li gorî vê planê, li Çîn a nifûsa xwe 1.3 mîlyar e, her şexsek wê rojane karibe herî zêde 40 gram goşt bixe.

Li gorî daneyên saziyên li dijî germahiya global dixebitin, ev gava hikûmeta Çînê tê wateya sekinandina belavkirina 1 mîlyar ton gazê, ku bandora sera li atmosferê dike.

Gaza sera ya ji ber xwarina goşt li atmosferê belav dibe, ji gaza ji sektora wesayîtan zêdetir e.

Li Çînê, goşt berê gelekî kêm dihat xwarin. Di sala 1982'an de Çîniyekê/î salê herî zêde 13 kîlo goşt dixwar. Lê îro her Çîniyek salane bi qasî 63 kîlo goşt dixwe.

Ji sedî 28 ê goştê li cîhanê tê xwarin, li Çînê pêk tê. Piştî Çînê herî zêde li Amerîka û Awûstralyayê goşt tê xwarin.