Li Rûsyayê qeza: 14 zarok xeniqîn
Li goleke li bakurrojavayê Rûsyayê, keştiyek xwendekar tê de bûn noqî binê avê bû. Di bûyerê de 14 zarok xeniqîn.
Li goleke li bakurrojavayê Rûsyayê, keştiyek xwendekar tê de bûn noqî binê avê bû. Di bûyerê de 14 zarok xeniqîn.
Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê da xuyakirin, li gola Sîamozero ya li Komara Karelyayê, ji ber tofanê keştiya xwendekar tê de bûn noqî binê avê bûye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bûyer şeva Şemiyê qewimî û di encamê de 14 zarokên 12-14 salî yên tevî rêberên xwe li ger û geştê bûn, jiyana xwe ji dest dane.
Berdevkê Komîteyê Vladîmîr Markîn da xuyakirin, ku piştî bûyerê wezîfedarên rêbertî ji xwendekaran re dikirin û personelên alîkariya destpêkê hatine binçavkirin. Markîn diyar kir, xuya ye wezîfedaran xwendekar li dû xwe hiştine û reviyan e. Markîn da zanîn, hatiye tespîtkirin ku van kesan ji bo rizgarkirina zarokan zêde tiştek nekirine, lewma hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyên ji rayedarên Rûsyayê ve hatin dayîn, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê, keştî qulipî ye û bi qasî 30 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin. Rayedaran diyar kirin, xuya ye zarokên jiyana xwe ji dest dane, êlekên rizgarkirinê li xwe nekirine.