Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê yekîneyên xwe yên li Sûriyeyê kontrol kir

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat ragihandin, wezîr Sergey Şoygû ji bo kontrolkirina yekîneyên leşkerî çûye Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wezîr tevî navenda fermandariyê ya yekîneyên hewayî yên li vî welatî, baregeha fuzeyên parastinê yên S-400 lê ne ziyaret kiriye. Wezaretê diyar kir, ev serdan bi fermana Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Şoygû li ser rewşa dawî ya yekîneyên leşkerî yên Rûs ên li Sûriyeyê agahî wergirtiye. Ajansa Interfaxê jî da xuyakirin, Şoygu çûye balafirgeha leşkerî ya Hamaymîm a li Lazkiyeyê.

Di daxuyaniya wezaretê de hat ragihandin Sergey Şoygû di dema vê serdanê de bi lîderê rejîmê Beşar Esad re jî hevdîtin kiriye û di vê hevdîtinê de mijarên hevkariya leşkerî ya navbera her du welatan û têkoşîna li dijî terorîzmê hatine nirxandin. Di daxuyaniyê de li ser naverok û encamên hevdîtinê agahiyên zêdetir nehat dayîn.

Rûsya, ji Îlona par û vir ve bi yekîneyên xwe yên leşkerî tevlî şerê li Sûriyeyê bûbû. Welatên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA bi giranî li çeteyên DAIŞ'e dixin, Rûsya jî bombeyan li DAIŞ, El Nûsra û gelek komên din ên çete dibarîne.