Li dijî nîjadperestiyê çalakiyên zincîra ji mirovan

Li dijî nîjadperestiya li Elmanyayê zêde bûye, bi deh hezaran kesî zincîra ji mirovan ava kirin.

Çalakiyên bi dirûşma "Li dijî nîjadperestiyê-ji bo mafên mirovan dest bidin hev" li bajarên mezin hatin lidarxistin, bi beşdariya zêdeyî 40 hezar kesî pêk hatin.

Bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê, Berlîn, Munchen, Leîpzîg û Hambûrg jî di nav de duh li 20 bajarên mezin çalakiyên zincîra ji mirovan hat lidarxistin. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser gotin, nêzîkatî û êrîşên li hemberî penaberan, Misilmanan û Romenan û hat gotin, "Ti kes welatiyên di asta duyemîn de nînin."

Çalakî ji aliyê sendîkaya karkeran DGB, Dêra Protestan, Konseya Îslamê û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat organîzekirin.

Di çalakiyên li dijî nîjadperestiyê de bi hezaran kesî di navbera dêran, sînagogan û mizgeftan de zincîar ji mirovan çêkirin û peyama aştî û wekheviyê dan. Bi qasî 9 hezar kesên beşdarî çalakiya li Berlînê bûn, ji Rotes Rathaûsê heta wargeha penaberan a li taxa Kreûzbergê, bi qasî 7 kîlometreyan zincîra ji mirovan ava kirin.

Rêveberê Pro-Asyl Gunter Bûrkhardt di çalakiya li Berlînê de axivî û polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya li ser penaberan bi zimanekî tund rexne kir. Bûrkhardt got, "Ewropa bi girtina sînorên xwe ve xiyanetê li mafên mirovan ên penaberan dike."