Polonya lêpirsîna li ser karesata balafirê ji nû ve dide destpêkirin

Dozgeriya Varşovayê biryar da lêpirsîna li ser qezaya balafirê ya sala 2010'an ku Serokkomar û wezîran tê de jiyana xwe ji dest dan, ji nû ve binirxîne. Di vê çarçoveyê de lêkolîn li ser cenazeyan bên kirin.

Di 10'ê Nîsana 2010'an de, Serokkomar Lech Kaczynskî û gelek rayedarên dewlet û hikûmetê ji bo bîranîna leşkerên Polonyayî yên di Duyemîn Şerê Cîhanê de li bajarê Smolensk ê Rûsyayê jiyanx we ji dest dan bibîr bînin, bi balafira leşkerî bi rê ketin. Lê belê balafir ketibû xwarê û 96 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di vê balafirê de Serokkomarê wê demê Lech Kaczynskî, gelek wezîr, parlamenter û general hebûn. Hatibû ragihandin ku balafir ji ber kêmasiya pîlot ketiye xwarê.

Dozgeriya Varşovayê bi daxuyaniyekê ragihand, ku wê lêpirsîna li ser qezayê ji nû ve bidin destpêkirin. Di daxuyaniya dozgeriyê de hat gotin, wê gorên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane werin vekirin û lêkolîn li ser cenazeyan were kirin.

Birayê Lech Kaczynskî Serokwezîrê Polonyayê Jaroslaw Kaczynskî beriya niha îdîa kiribû ku bûyer ne qeza ye. Rayedarên Partiya Maf û Edaletê (PîS) ku Kaczynskî endamê wê ye dabûn xuyakirin, ku rayedarên Rûsyayê belgeyên li ser qezayê veşartine û lêpirsîn dereng xistine.

Lê belê hikûmeta Polonyayê heta roja îro yekser Rûsya sûcdar nekiribû. Fikar hene ev lêpirsîn dikare têkiliyên aloz ên navbera Polonya û Rûsyayê bêhtir nebaş bike.