Santos: Eger aştî nebe, wê şerê li bajaran destpê bike

Di navbera Hêzên Çekdar Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê de muzakereyên aştiyê dewam dike. Di demeke bi vî rengî de hikûmetê îdîa kir, ku pêkane di navbera wan û gerîlayan de şerekî mezintir derkeve.

Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos di civîna Forûma Aboriyê ya Cîhanê beşa Latîn Amerîkayê ya li bajarê Medellînê axivî. Santos destnîşan kir, ku divê hevdîtinên aştiyê yên bi gerîlayên FARC'ê re tên meşandin, bi ser bên xistin. Santos diyar kir, ew bi hêvî ye ji bo peymana aştiyê were morkirin û îdîa kir, eger lihevkirin çênebe dibe ku şer ji nû ve destpê bike.

Santos da xuyakirin, ku eger peymana aştiyê neyê morkirin, gerîlayên FARC'ê amade ne tevî şerê li bajaran şer ji nû ve bidin destpêkirin û da zanîn, di vî warî de agahiyên îstîxbaratê hene. Santos hişyarî da ku şerê gerîla yê li bajêr, li gorî şerê li çiyê wê encamên girantir bi xwe re bîne û destnîşan kir, ev yek jî bi ser xistina hevdîtinên aştiyê ferz dike.

Ji dawiya sala 2012'an û vir ve li paytexta Kuba Havanayê hevdîtinên aştiyê tên kirin û heta niha encameke zelal bi dest neketiye. Hatibû xwestin, peymana aştiyê ya mayînde di meha Adarê de were îmzekirin, lê belê ji ber hin lihevnekirinan ev hedef hatibû taloqkirin.

FARC a dixwaze şensê bide muzakereyan, piştî şerê li hin cihan di bihara par de qewimîn, bi awayekî yekalî agirbest îlan kiribû. Artêşa Kolombiyayê jî soz da bû ku di nava pêvajoya muzakereyê de navberê bide bomberdûmanê.