Li Cezayîrê şer qewimî: 14 milîtanên tund ên olî hatin kuştin

Hat ragihandin, li Cezayîrê di operasyonên artêşê yên li hemberî komên çekdar ên olî yên tund de, herî kêm 14 milîtan hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê, li herêma Medea ku bi 80 kîlometreyan li başûrê paytexta Cezayîrê ye, operasyonên li hemberî milîtanan dewam dikin. Ev operasyonên roja 9'ê Hezîranê destpêkirin, dewam dikin. Hat gotin di şerê duh ê ji ber operasyonê de 14 milîtan hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, gelek çek, cebilxane û êlekên çalakiya xwekujiyê hatine desteserkirin. Wezaretê diyar kir, xebatên lêgerîn û kontrolê ya yekîneyên artêşê dewam dikin.

Di şerê navxweyî yê navbera salên 1990-2000 de, li Cezayîrê bi qasî 200 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku di sala 2005'an de peymana aştiyê hatiye morkirin jî car carna şer diqewime. Hin komên ser bi çeteyên DAIŞ'ê li rojhilat û başûrê welêt êrîşî yekîneyên leşkerî dikin. Yekîneyên artêşê jî li hemberî van koman operasyonan pêk tînin.