Pûtîn: Em alîgirin bi 'Hêza dawî ya super DYA' re hevkariyê bikin
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, welatê wî alîgir e bi DYA re hevkariyê bike û da zanîn, DYA 'Hêza dawî ya super e'.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir, welatê wî alîgir e bi DYA re hevkariyê bike û da zanîn, DYA 'Hêza dawî ya super e'.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Tass, Pûtîn li Forûma Aboriyê ya li Saînt Petersbûrgê axivî û diyar kir, DYA 'hêza dawî ya super a cîhanê ye', lewma welatê wî dixwaze bi DYA re hevkariyê bike. Pûtîn got, "Pêwîstiya cîhanê bi neteweyeke xurt a mîna DYA heye. Û pêwîstiya me jî pê heye."
Pûtîn di dewama axaftina xwe de îdîa kir ku DYA timî dest li karên navxweyî yên welatê wî werdide û ragihand, pêşî li afirandina têkiliyên baş ên welatên Ewropayê bi Rûsyayê re tê girtin. Pûtîn da xuyakirin, DYA 'danekirinên li dijî Rûsyayê' li ser welatên Ewropayê dide kirin û destnîşan kir, ev danekirin ji DYA bêhtir zerarê dide welatên Ewropayê.
Pûtîn anî ziman, tevî biryara dirêjkirina danekirinan a Yekîtiya Ewropayê jî, Rûsya wê weke partnerekî girîng ê aboriyê bimîne.
Vladîmîr Pûtîn li ser mijar Sûriyeyê jî diyar kir, eger rewşa vî welatî bi vî rengî bidome, wê têk biçe.
Pûtîn her wiha da zanîn, Îranê bernameya nukleerê terikandiye û divê dawî li pêşvebirina sîstema parastina fuzeyê bîne.