Ji bo gardiyanê Auschwitzê 5 sal cezayê hepsê

Gardiyanê berê yê Naziyan ê 94 salî ku bi alîkariya qetilkirina sed hezaran Cihûyên li Wargeha Auschwitz tê sûcdarkirin, 5 sal cezayê hepsê lê hate birîn.

Gardiyanê berê yê Naziyan ê 94 salî ku bi alîkariya qetilkirina sed hezaran Cihûyên li Wargeha Auschwitz tê sûcdarkirin, 5 sal cezayê hepsê lê hate birîn.

Di doza li Dadgeha Esliye ya li Detmoldê de der barê Reînhold Hannîng ê salên 1942-1944’an li Wargeha Auschwitz hatibû wezîfedarkirin de biryar hate dayîn. Di encama doza ku Hannîng bi alîkariya qetilkirina 170 hezar mirovî hate sûcdarkirin de bîryar hate dayîn ku 5 sal cezayê hepsê bê birîn.

Serokê Dadgehê Anke Grûdda dema bîryar ji Naziyê berê yê 94 salî re xwend, got: “Domahiya 2 sal û nîvan hûn li Auschwitz bûn û bi vê jî we di qetlîamên komî de tevkarî kir.”

Di doza bi mehan e dewam dike de Hannîng qebûl kiribû ku ji qetlîamên komî yên li wargehan agahdar bû, lê bi ti awayî di cinayetan de cih negirtiye. Dozgeriyê jî ji bo Hannîg  sal cezayê hepsê xwestibû.

Reînhold Hannîng yek ji Naziyên herî dawî yên li Elmanyayê dijî bû û dihat texmînkirin ku wê doz jî ya ji bo Naziyên kevn a herî dawî be. Meqam û darazên Elman ji ber bi dehan salan şûn de dest bi lêpirsîn û dozan kirin, dihatin rexnekirin.

Bi guhertina qanûnî ve, êdî li wargehên Naziyan cih girtin jî ji bo girtina ceza têrker hate dîtin û şertê ku yekser di nav kuştinê de be hatibû rakirin.