Li Brukselê alarma li ser êrîşa bombeyî
Li Brukselê, ji ber îstîxbarata li ser êrîşa bombeyî ya li cihekî qelebalix, hêzên ewlekariyê operasyonek pêk anîn. Di encamê de kesek hat binçavkirin.
Li Brukselê, ji ber îstîxbarata li ser êrîşa bombeyî ya li cihekî qelebalix, hêzên ewlekariyê operasyonek pêk anîn. Di encamê de kesek hat binçavkirin.
Li paytexta Belçîka Brukselê, polîsên tevgera taybet danê vê sibehê saet di 05:30 de li dora sûka bi navê City 2 operasyonek dan destpêkirin.
Hêzên emniyetê, der barê îstîxbarata li ser êrîşa bombeyî de ketin nava tevgerê. Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel jî danê sibehê civîneke bilind a ewlekariyê ya lezgîn pêk anî.
Qenala televîzyonê RTL a Belçîkayê ragihand, piştî ku ji polîsan re hat gotin saet derdora 04.30 li dora sûka City 2 digere, polîsan dest bi operasyonê kirin.
Di çarçoveya operasyonê de ev kes hat binçavkirin, lê li ser nasnameya wî agahî nehat dayîn.
Di meha Adarê de li Brukselê di êrîşên bombeyî yên li balafirgeh û stasyoneke metroyê de 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.