Angela Merkel bibîr xist, ku ji sedî 3,4 ê hatineya milî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li lêçûnên parastinê tên xerckirin û anî ziman, li Elmanyayê hê ji sedî 1,2 ê hatineya milî ji bo parastinê tên bikaranîn. Merkel îdîa kir ku pêwîstî bi zêdekirina budçeya parastinê heye.
Angela Merkel da xuyakirin, ku Yekîtiya Ewropa li hemberî êrîşeke ji derve nikare xwe biparêze û ragihand, di vî warî de NATO bi tena serê xwe têrê nake.
Merkel destnîşan kir, tevî NATO'yê divê lêçûnên Elmanyayê yên ji bo parastinê bigihêje asta yên DYA.
Merkel ragihand, pirsgirêka herî girîng a dema pêş a li Ewropayê pirsgirêka penaberan û diyar kir, ji bo pêşîgirtina li koçberiyê divê Yekîtiya Ewropa giraniyê bide ser polîtîkaya Afrîkayê.
Serokwezîr Merkel beriya niha jî li ser budçeya parastinê daxuyaniyên bi heman rengî dabû. Merkel dabû xuyakirin, ku divê lêçûnên parastinê derkeve asta ji sedî 2'an.