Li madenên Kîrûna ya Swêdê şewat derket
Li bajarê Kûrîna yê li bakurê Swêdê, li madenên şîrketa dewletê ya LKAB’ê saet nêzî 11.00’an şewat derket.
Li bajarê Kûrîna yê li bakurê Swêdê, li madenên şîrketa dewletê ya LKAB’ê saet nêzî 11.00’an şewat derket.
Midûrê Ragihandinê yê LKAB’ê Kajsa Lîndmark da xuyakirin ku ekîbên agirkujiyê û rizgariyê xebatên xwe didomînin û hewl didin karkerên li madenê veguhezînên stargehên ewle.
Lîndmar got dema agir derket, li madenê 400 karker dixebitîn û beşek ji van derbasî derve hatin kirin û hinên din jî derbasî stargehan kirine. Lê hejmara karkerên ku derbasî stargehan kirine û derxistine derve nayê zanîn.
Rayedarên polîsan jî dan xuyakirin ku di hezar metre kûrahiyê de kamyonek bûye sedema agir.