Ji bo Serokatiya Şaredariya Romayê cara yekemîn jinek hat hilbijartin

Di tûra duyemîn a hilbijartinên herêmî yên li Îtalyayê de, namzeta Tevgera Pênc Stêrk a bi polîtîkayên xwe yên populît derdikeve pêş, bû Şaredara Romayê. Bi vî rengî yekemcar jinek bû Seroka Şaredariya Romayê.

Di hilbijartinên herêmî de, ku beriya hilbijartinên giştî yên sala 2018'an ji bo Serokwezîr Matteo Renzî ezmûneke girîng bû, surprîzek pêk hat.

Di hilbijartinên ji bo Şaredariya Romayê de namzeta Tevgera Pênc Stêrk Vîrgînîa Raggî zêdeyî ji sedî 60 ê dengan stand û bû yekemîn seroka şaredariya Romayê. Raggî bi dengekî ji hevrikê xwe namzetê Partiya Demokrat (PD) Roberto Gîachettî gelekî zêdetir bi ser ket. Hilbijartinên Romayê weke derbeke giran a li Serokwezîrê PD'yî Matteo Renzî ketiye, tê dîtin.

Rêjeya tevlîbûna li tûra duyemîn a hilbijartinên li 126 bajaran, ji sedî 37 bû. Li gorî tûra destpêkê ya 5'ê Hezîranê ev rêje gelekî kêm e.

Li bajarê Mîlano ku yek ji girîngtirîn bajarên welêt de, namzetê PD bi ser ket. Hat ragihandin, li Torîno jî namzetê Tevgera Pênc Stêrk li pêş e.

Tevgera Pênc Stêrk a ji aliyê komedyenê navdar Beppe Grîllo ve di sala 2009'an de hat damezrandin, bi polîtîkayên xwe yên populîst tê naskirin. Tê gotin, ev tevger bi dengên duh bi dest xistî re, dibe partiya herî mezin a mûxalefetê ya li welêt.