DYA: Ji sala 2009'an û vir ve di êrîşên hewayî de 116 sivîl mirin
Dîrektoriya Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI), bîlançoya êrîşên bi balafirên bêmirov ên li derveyî Iraq, Sûriye û Afganîstanê hatine kirin, eşkere kir.
Dîrektoriya Îstîxbarata Neteweyî ya Amerîkayê (DNI), bîlançoya êrîşên bi balafirên bêmirov ên li derveyî Iraq, Sûriye û Afganîstanê hatine kirin, eşkere kir.
Li gorî vê yekê, ji sala 2009'an û vir ve di êrîşên bi balafirên bêmirov hatin kirin de 2 hezar 581 milîtanên Îslamî yên tund hatine kuştin. Lê belê di heman demê de 116 sivîlan ji ber êrîşên bi van balafiran jiyana xwe ji dest dane.
Lê belê gelek saziyên mafên mirovan dibêjin, hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane ji 200 heta 900 kesî ye.
Rêveberiya Dwletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cara yekemîn e bîlançoya êrîşên li hemberî 'komên tund' ên li gelemperiya cîhanê, eşkere dike.
Di daxuyaniya DNI de hat ragihandin, di çarçoveya sozên Serok Barack Obama beriya niha dabû de, ev bîlanço hatiye eşkerekirin.
Obama soz da bû, ku di serî êrîşên hewayî yên bi balafirên bêmirov li derveyî welat tên kirin, d gelek mijaran de 'hîn bêhtir agahiyan' bide gelê Amerîkayê.