Nordhaûsen: Erdogan li eniyên şaş şer dike

Frank Nordhaûsen li Rojnameya Berlîner Zeîtûng bi sernîsa ‘Erdogan li eniyên şaş, şer dike’ nirxandin kir, bal kişan ku hikûmeta Tirkiye tevî êrîşên dawî jî li şûna li dijî DAIŞ’ê şer bike li hember Kurdan û PKK’ê şer dide meşandin.

Ji rojnamevanên pispor ên têkildarî mijara Kurd û Tirk ên li Elmanayayê Farank Nordhaûsen, diyar kir ku Erdogan û AKP li şûna li dijî DAIŞ’ê, li hember Kurdan şer dide meşandin û welat ber bi kaoseke giran ve dibe. Nordhaûsen, behsa girîngiya ‘Pragmatîzma’di hundirê polîtîkayên ji derve ya Tirkiyeyê ku li dijî Kurdan dikeve meriyetê kir.

Frank Nordhaûxen li Rojnameya Berlîner Zeîtûng bi sernîsa ‘Erdogan li eniyên şaş, şer dike’ nirxandin kir, bal kişand ku hikûmeta Tirkiye tevî êrîşên dawî jî li şûna li dijî DAIŞ’ê şer bike, li hember Kurdan û PKK’ê şer dide meşandin.

Nordhaûsen bi bîr xist ku di êrîşa li hember Balafirxaneya Atatûrk de tevî ku 45 kesan jiyana xwe ji dest dan jî Erdogan û hikûmeta AKP’ê di pîrozbahiya vekirina Pira Osmangaziyê de ‘Bi ken’ û ‘Şahiyê’ pîroz kir. Nordhaûsen, “Peyama ku dide bê wate û mirovan aciz dike. Li hember terora DAIŞ’ê dikene û derbas dikin” nivîsand.

 ‘BANDORA XWE YA LI SER ÎSLAMÊ WINDA KIR’

Frank Nordhaûsen agahiya ku li gorî hinek anketan li Tirkiyeyê beşek yê civakê hê jî çeteyên DAIŞ’ê diparêzin parve kir, her wiha tevî ewqas êrîşan jî di aliyê erkdarên fermî de hê jî kesî îsifa nekiriye. Piştî êrîşan jî zext û operasyonên ku bi îdîaya li hember DAIŞ’ê jî tên kirin hemû pêkenok in. Nordhaûsen wiha axivî: “Vê carê jî herî kêm çend Îslamî hatin binçavkirin. Heta vê gavê ji van tecrûbe nehatin girtin, hema hema hemû jî hatin berdan.” Nordhanûsen da zanîn ku hikûmeta AKP’ê kontrola Îslamiyên li Tirkiyeyê winda kiriye.

LI HEMBER PKK’Ê BI BERTEK, LI HEMBER DAIŞ’Ê JÎ DERENG Û BERTEKÊN ZEÎF

Nordhaûsen destnîşan kir ku Tirkiye bi salan e ji bo ku rejîma Esad hilweşîne piştîgirî da komên ‘Cîhadîst’, li Kurdistanê li hember hewldaneke biçûk a PKK’ê bertekên pir tûnd dide nîşandan, lê belê li hember terora çeteyên DAIŞ’ê ‘Dereng û zeîf e.’ Nordhaûsen bi bîr xist li hember xwepêşandanên mûxalîf û çep bêtehmûl in, lê li Stenbolê bi hezaran kes bi dirûşmên DAIŞ’ê Îsraîl protesto dikirin.

Nordhaûsen, li hember êrîşan li şûna ku Tirkiye nuqteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê bike hedef û bombe bike, kampên PKK’ê yên li Iraqê bombe dike rexne kir. Her wiha di bin navê ‘Misilmanên nerm’ de her wiha bi hezaran dozger û polîs bi hinceta ku girêdayî Cemeta Gulen a ku ji aliyê AKP’ê ve weke rêxistina terorê tê dîtin jî peywirê hatin xistin an jî cihê karê wan hatin guhertin.

Nordhaûsen têkiliyên lez û bez ên Erdogan û AKP’ê yên bi Rûsya, Îsraîl û Misrê re nirxand û da diyarkirin ku li gel vê ya esas ne hedefkirina ‘Şikestina Îslamiyan e’ ji vê zêdetir ‘Xurtkirina ekonomiya Tirkiyeyê’ dikin hedef û bi vê yekê derbasbûna sîstema serokatiyê jî ji vê ne qut e.

‘PÊWÎSTÎ BI PRAGMATÎZMA DERVE Û HUNDRÎ HEYE’

Nordhaûsen, di nivîsandina xwe de diyar kir ku polîtîkayên AKP’ê û Erdogan ‘Têkoşîna bi terorê re zeîf dike.’ Di nivîsandinê de ku diyar dike DAIŞ û komên nêzîkî wan dixwazin ‘hikûmetên ceban’ û ‘Biyaniyên kafir’ ceza bikin, hate destnîşankirin ku divê dewleta Tirkiye şerê xwe yên bi Kurdan re bi dawî bike.

Nordhaûsen, di nivîsa xwe de ev hişyarî kirin: “Cîhadîst li Tirkiyeyê dikarin xwe bigihîne van du hedefan û mîna masiyên di avê de bi rehet dikarin tevger bikin. Erdogan her ku di eniyên şaş de şer bike ji bo ‘Cihadîstan’ cih dide vekirin. Kenîn û derbaskirin jî tê fêdeyê nade. Heman ‘Pragmatîzma’ polîtîkaya derve ya Erdogan, niha ji hundir re jî pêwîst e. Divê şerê bi Kurdan re bi dawî bike. Berovajî vê her ku biçe Tirkiye ber bi kaosekî mezin ve diçe.”