Li Parîsê civîna bilind a YE-Balkan a Rojava

Sê welatên sereke yên Yekîtiya Ewropayê (YE), piştî ku gelê Brîtanyayê biryara cihêbûna ji yekîtiyê da, bi welatên Balkanan ên dixwazin bibin endam re 'civîneke bilind a biçûk' lidar xistin.

Serokên hikûmet û dewletên Sirbîstan, Makedonya, Karadag, Arnavût, Kosova û Bosna-Hersek ên namzetên yekîtiyê ne bi serokên hikûmetên Elmanya, Îtalya û Fransayê re li Parîsê civiyan. Di vê civîna bilind de, ku ji par ve hatiye plankirin û piştî referandûma li Brîtanyayê pêk hat de, perspektîfên endametiyê yên welatên Balkanan hatin nirxandin.

Di çarçoveya vê 'pêvajoya Berlînê' ya di sala 2014'an destpê kir de, ku armanca berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê bi rêya endametiya welatên Balkan ên Rojava ye, civîna bilind hat lidarxistin. Lê belê der barê endametiya van welatan de atmosfereke erênî derneket holê. Tê gotin, Yekîtiya Ewropa di vê dema ku Brîtanyayê biryara derneketina ji nav daye de, ji bo endamên nû ne amade ye.

WELATÊN DIN ÊN BALKANAN ÊN ENDAMÊN YEKÎTIYÊ NE, LI DIJ DERDIKEVIN

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claûde Jûncker ê ji sal a2014'an û vir ve vê wezîfeyê dike, beriya niha dabû xuyakirin, ku heta ew vê wezîfeyê bidomîne, wê endamên nû nebin.

Arnavût ne di nav de, ev hemû welatên namzetên nû, ji komarên berê yên Yûgoslavya ne. Welatên cîranên wan ên niha endamên Yekîtiya Ewropayê ne, li dijî endametiya van welatan derdikevin. Hirvatîstan, Sirbîstan û Yewnanîstan li dijî endametiya van welatan derdikevin.