Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê îstifa kir
Li Bexdayê piştî êrîşa DAIŞ’ê ya ku 200 kesan jiyana xwe ji dest da û şûn de Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê îstifa kir.
Li Bexdayê piştî êrîşa DAIŞ’ê ya ku 200 kesan jiyana xwe ji dest da û şûn de Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê îstifa kir.
Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê, Mihemed Salim Xeban îro ragihand ku îstîfaya xwe pêşkêşî Serokwezîr Heyder Ebadî kiriye.
Der barê îstîfaya xwe de Mihemed Salim Xeban da xuyakirin ku ji ber êrîşa terorîstî ya li herêma Kerade ya roja Yekşemê li Iraqê pêk hatî îstîfa kiriye.
Êvara 3’yê Tîrmehê li herêma Kerade ya bajarê Bexdayê teqînekê rû da. Zêdetirî 200 kesan hatin kuştin û kêmahî 200 kesên din jî birîndar bûn.