Li Medîne êrîşa xwekûjî
Li bajarên Medîne û Katîf a Siûdî Erebîstan ku piraniya xwe Şîî lê dijîn, êrîşên bobmeyî pêk hatin.
Li bajarên Medîne û Katîf a Siûdî Erebîstan ku piraniya xwe Şîî lê dijîn, êrîşên bobmeyî pêk hatin.
Piştî teqîna li Cîddeyê û şûn de Katîf û Medîne jî bûn hedefa êrîşan. Li Medîneyê di êrîşa xwekûjî ya di navbera avahiya emniyet û Mescîd-î Nebeviyê de, êrîşkar hate kuştin.
Li gorî agahiyên Al Jazeera Tirk, li nêzîkî mizgefta bakûrê bajarê Katîf de 2’yê teqîn pêk hatin. Li gorî şahidên bûyerê jî, teqîna yekem li deriyê parka wesayîtan, ya duyemîn jî li nêzî mizgerftê pêk hat.
Li gorî nûçeya Reûters a ku agahiyan dispêre şahidan jî, hat diyarkirn ku li cihê teqînê parçeyên cenazean hatine dîtin.
Li gorî şahidê ji AFP’yê re axivî jî wiha got: “Teqîn ji aliyê kesekî xwekuj ve pêk hatiye. Min cenazeyê wî dît.”
Nifûsa bajarê Katîf piraniya xwe ji şîiyan pêk tê.