Maşîna fezayî Jûno nêzî Jupîterê ye

Maşîna fezayî Jûno ya di Tebaxa 2011'an de ji aliyê Daîreya Feza û Hewakarî ya Neteweyî ya Amerîka (NASA) ve hat şandin, piştî rêwîtiyek ji 5 salan, nêzî Jupîterê bû.

Maşîna fezayî Jûno ya di Tebaxa 2011'an de ji aliyê Daîreya Feza û Hewakarî ya Neteweyî ya Amerîka (NASA) ve hat şandin, piştî rêwîtiyek ji 5 salan, nêzî Jupîterê bû.

Li gorî daxuyaniya NASA ya li ser mijarê, ev maşîna fezayî wê îro bigihêje Jupîterê û dest bi lêkolînan bike.

NASA'yê da xuyakirin, maşîna fezayî Jûno beriya niha bi çend rojan ketiye nava qada manyetîk a Jupîterê û diyar kir, Jûno wê bi qasî 4 hezar 667 kîlometreyan xwe nêzî vê gerstêrka ji hîdrojen û helyûmê pêk tê, bike.

Maşîna fezayî wê heta Sibata 2018'an li dora Jupîterê çend caran bigere û hewl bide bersivê ji gelek pirsên zanistî re peyda bike.

Maşîna fezayî Jûno di Tebaxa 2011'an de ji baregeheke li Florîdayê ji aliyê NASA ve hat şandin û ji hingî ve bi qasî 2 mîlyon 800 hezar kîlometre bi dûr çûye.