Li Fransayê karker careke din li kolanan bûn
Li hember guhertinên di Qanûna Xebatê de, îro bi deh hezaran kes li kolanên Fransayê bûn. Li gor sendîkayan tevlîbûna çalakiyên li gelek bajaran zêdetirî sed hezaran kesî bûne.
Li hember guhertinên di Qanûna Xebatê de, îro bi deh hezaran kes li kolanên Fransayê bûn. Li gor sendîkayan tevlîbûna çalakiyên li gelek bajaran zêdetirî sed hezaran kesî bûne.
Hate ragihandin ku di meşên protestoyî de ku bi banga sendîkayên CGT, FO, Solîdaîres, FSÛ, Ûnef, ÛNL û FÎD’ê pêk hat, nêzî 45 hezar kesî tevlî meşa li paytext Parîsê bûne. Polîsan jî hejmara çalakvanên li Parîsê wek 7 hezar û 500 kesî anî ziman.
Li dijî Qanûna Xebatê, di serî de bajarên wek Rennes, Toulouse, Grenoble, Marsilya, Bordeaux, li seranserî welat meş hatin lidarxistin. Li gor sendîkayan, li Marsîlyayê 15 hezar, li Toûloûse jî 10 hezar kes tevlî çalakiyên protestoyî bûne.
Hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS), pêşnûmeya qanûna xebatê ya nû tevî hemû protestoyan jî ji meha Adarê û vir ve nekişandiye, xala 49.3 a Destûra Bingehîn bi kar anî û bêyî dengdane li Meclîsa Neteweyî dabû qebûlkirin. Pêşnûme, piştî Senatoyê îro hat Meclîsê û hikûmetê dîsa biryara ji bo nekeve dengdanê girtibû.