Piştî ku Meclîsa Federal a Elmanyayê di 2'ê Hezîranê de Qirkirina Ermeniyan nas kir, derket holê ku Tirkiyeyê nehiştiye parlamenterên ELman û Musteşarê Wezareta Parastinê leşkerên li Baregeha Încîrlîkê ziyaret bikin. Li dû vê aloziya kurt, Wezîra Parastinê Ûrsûla von der Leyen duh çû baregehê û leşkerên Elman ên li balafirên keşfê Torando wezîfedar in, ziyaret kir.
Ûrsûla von der Leyen piştî vê serdanê bi Wezîrê Parastinê yê Tirk Fîkrî Işik re hevdîtn kir û da zanîn, ku wê ji Işik re girîngiya ziyareta parlamenterên erkdar a li yekîneyên Elman li Tirkiyeyê, vegotiye.
Von der Leyeng a ji Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU), bêyî parlamenterekê/î bi xwe re bibe, ev serdan pêk anîn. Partiya Kesk û Partiya Çep (Dîe Lînke) nerazîbûn nîşanî vê serdanê dan. Hevkarê desthilatdariyê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) jî aciziya xwe ya ji ber rewşê nîşan da.
'EGER QEDEXE DEWAM BIKE, DIVÊ LEŞKER WERIN VEKIŞANDIN'
Parlamenterê Partiya Keskan Tobîas Lîndner da xuyakirin, ku astengkirina ziyareta parlamenterên Elman tiştekî bê qebûlkirin nîne û destnîşan kir, eger qedexe dewam bike divê leşkerên Elman ên li Încîrlîkê werin vekişandin. Lîndner da xuyakirin, serdana bi tenê ya Wezîra Parastinê, rewşeke nû ye.
Parlamenterê Dîe Lînke Alexander Neû jî diyar kir, von der Leyen ji bo serdana parlamenterên Elman li baregehê, neketiye nava ti hewldanan û serdana bi tenê ya Wezîra Parastinê rexne kir.
SPD: PARTNERIYA ME YA NATO'YÊ DIKARE BIBE MIJARA LÊPIRSÎNÊ
Pisporê parastinê yê hevkarê koalîsyonê SPD Raîner Arnold jî ragihand, Tirkiye ya endama NATO'yê ye, nabe ku danekirineke bi vî rengî li ser endamekî din ferz bike.
Arnold işaret bi pîvanên li nav NATO kir û anî ziman, qedexekirina hev tiştekî li dijî pîvanan e. Arnold da zanîn, di rewşeke berevajî de wê hevkariya li nava yekîtiyê bibe mijara lêpirsînê.