Konseya NATO-Rûsya di 13'ê Tîrmehê de ye
Welatên NATO'yê amadekariyê dikin li Varşovayê li hev bicivin. Civîna 'diyaloga' bi Rûsyayê re wê di 13'ê Tîrmehê de pêk were.
Welatên NATO'yê amadekariyê dikin li Varşovayê li hev bicivin. Civîna 'diyaloga' bi Rûsyayê re wê di 13'ê Tîrmehê de pêk were.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ragihand, Konseya NATO-Rûsya wê roja Çarşemê li Brukselê pêk were. Stoltenberg da zanîn, ev civîna ji bo kêmkirina rewşa aloz a navbera NATO û Rûsyayê tê lidarxistin, wê li navenda NATO'yê pêk were. Stoltenberg got, "Civîna Konseya NATO-Rûsyayê, ji bo kêmkirina tansiyonê, dikare rola forûma parvekirina agahiyan û diyalogeke girîng, bilîze."
Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li nava NATO'yê Aleksander Grûşko jî diyar kir, biryarên leşkerî yên di Civîna Bilind a NATO'yê de bên girtin, wê yek ji rojevên bingehîn ên civîna 13'ê Tîrmehê be. Grûşko da xuyakirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên hebûna leşkerî ya li welatên li ser sînorê Rûsyayê ne, bi lezgînî pêwîstî bi diyalogeke 'samîmî û cidî' heye.
Li gorî daxuyaniyên Stoltenberg û Grûşko, gavên di pirsgirêka Ûkraynayê de werin avêtin jî wê di 13'ê Tîrmehê de bên nirxandin.
Têkiliyên navbera NATO û Rûsyayê, piştî ku Rûsyayê di sala 2014'an de Qirim tevlî axa xwe kir û herêm Donbass a Ûkraynayê ket destê komên Rûs, ketibû nava rewşeke aloz. Piştî vê rewşa aloz a 20 mehan dewam kir, wezîrên karên derve yên welatên NATO û Rûsyayê yekemcar di 20'ê Nîsanê de li hev civiyabûn.