Êrîşa li hemberî tirba Şîa: 30 mirî
Di êrîşa li hemberî tira Seyyîd Mûhammed EIb Elî elî Hadî yê Şîa yê li bajarê Beled ê Iraqê de, herî kêm 30 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa li hemberî tira Seyyîd Mûhammed EIb Elî elî Hadî yê Şîa yê li bajarê Beled ê Iraqê de, herî kêm 30 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa li hemberî tira Şîa ya li bajarê Beledê, di şeva Pêncşemê de ji aliyê êrîşkarekî xwekuji ve bi teqandina bombeyên li ser xwe, pêk hat. Piştî teqînê, êrîşkarên çekdar avêtin ser tirbê û gule li Şîayên li tirbê reşandin.
Di vê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 50 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê lîderê Muqteda el Sadr, ferman da milîtanên Tûgaya Aştiyê ku li derdora Beledê bi cih bibin.
Tirba êrîş lê hat kirin, li bajarê Beledê yê wîlayeta Selahaddîn e, ku bi 70 kîlometreyan li bakurê Bexdayê ye.